Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê îro bi armanca danasîna girîngiya komîteya”koperatîfan” civînek saz kir.Civîn bi beşdariya Endamên komîteyên çandiniyê, Aborî û Meclîsa Gelan li hola Meclîsê ya li Reqayê li dar ket.
Di civînê de rapora komîteya koperastîfan hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve nîqaş li ser hat kirin.
Hat diyarkirin ku, komîteya”koperatîfan” li ser esasê xebata hevpar û îmkanên berdest ji bo dabînkirina pêdiviyên aborî, civakî û çandî yên endamên xwe tê avakirin, her wiha ev komîteya li gorî rêgezêb demokrasî, jîngeh û azadiya jinê tevdigere.
Civîn bi pêşniyarên ji bo peydakirina derfetên kar û zêdekirina hilberînê di çandinî ye bi dawî bû.
