SIYASETMEDARÊN REQAYÊ: BANGA RÊBERTÎ JI BO JINÛVE AVAKIRINA ROJHILATA NAVÎN E

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî banga Rêber APO, siyasetmedarên kantona Reqayê axivîn.
Siyasetmedarên Reqayê destnîşan kirin ku, Rêber Apo bi banga xwe careke din deriyê aştiyê vekir.

Piştî Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan, PKK’ê biryara bidawîkirina şerê çekdarî da.

her wiha piştî çenf rojan wê komek ji Gerîlayan li Silêmaniya başûrê kurdistanê bi merasîmeke careked in piştgiriyê bide banga aştiyê.

Têkildarî banga Rêber APO, siyasetmedarên kantona Reqayê destnîşan kirin ku, Rêber Apo bi banga xwe careke din deriyê aştiyê vekir.

Her wiha siyasetmedarên Reqayê di berdewamiya axaftinên xwe de anîn ziman, banga rêber ApO ji bo jinûve avakirina rojhilata navîn e.

Rêber Abdulah Ocalan di peyama xwe ya herî dawiyê de got ku pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû dibe, her wiha rêbertî anî ziman ku bi avêtina gavên nû di mijara bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.

Share This Article