LI HELEBÊ 2 ŞERVANÊN QSD’Ê BI MERASÎMEKE XIYABÎ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmeke xiyabî 2 Şervanên QSD’ê bi bîr anîn.

Şervanên QSD’ê Rûmet Cîlo û Basil Qamis yên ku di berxwedana Efrînê ya 2018’an de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongra Islama Demokratîk ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.

Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Share This Article