RÊVEBERIYA XWESER JI BO AVAKIRINA WELATEKÎ AZAD TÊDIKOŞE

Rojava Tv
2 Min Read

Endama Ofîsa têkiliyan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Leyla Omer got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze bajarê Kobanê dagir bike.
Her wiha Endamê meclisa giştî yê Partiya Yeketiya Demokratîk Bekir Hec Îsa jî diyar kir ku ji bo parastina gelê xwe û parastina axa Sûriyê, ew ji bo diyalogê amade ne.

Piştî rûxana Rêjîma Baasê û desthilata wê ya dîktator Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçe û Rêveberiya Xweser jî akterekî sereke ye.

Dewleta Tirk a dagirker jî jê vê kaosê sûdê werdigre û careke din êrîşên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir dike.

Di van êrîşan de dagirkerî jin û zarokan qetil dike û êşkenceyên hovane li wan dike.

Derbarê mijarê de Endama Ofîsa têkiliyan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Leyla Omer got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze bajarê Kobanê dagir bike.

Her wiha Endamê meclisa giştî yê Partiya Yeketiya Demokratîk Bekir Hec Îsa jî diyar kir ku ji bo parastina gelê xwe û parastina axa Sûriyê, em ji bo diyalogê amade ne.

Ji 27’ê mijdarê ve komên çete bi serkêşiya dewleta tirk a dagirker êrîşî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dikin.

Lê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî êrîşan li ber xwe didin.

Share This Article