Jinên Ermen ên bajarê Hesekê têkildarî binpêkirin û sûcên Tirkiyê li dijî jinan ji Rojava TV re axvîn û siyaseta Tirkiyê weke sûcên şer pênase kirin.
Jinan desnîşan kirin ku Tirkiyê vîna jinan armanc digre.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagirkirine bi rê û rêbazên derexlaqî sûcan li dijî xelkê Efrînê bi taybet jinan didomîne.
Herî dawî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrîna dagirkirî cezayê darvekirinê li 2 jinên kurd birîne.
Li hemberî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bertekên jinan zêde dibin.
Jinên Ermen ên bajarê Hesekê sûcên Tirkiyê ên li dijî jinan şermezar kirin û gotin Tirkiyê êrîşî vîna jinan dike.
Her wiha Jinan di nava axaftinên xwe de desnîşan kirin ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî sûcên şer in.
6 sal in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî û li ber cavên Rêxistinên Mirovî û Civaka Navnetewî bêyî ku hesab jê were xwastin sûcan pêk tîne.
