TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ YA MEZOPOTAMYAYÊ AMADEKARIYÊN PÎROZBAHIYA 19’Ê TÎRMEHÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Çand û Hunerê ya Mozopotamyayê bi beşdariya Tevgera hîlala Zêrîn û hejmarek ji şanoger û hunermendan, bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, amadekariyên lidarxistina rêzek ji çalakiyên hunerî dike.

Bi nêzîkbûna 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, hemû pêkhateyên herêmê xwe amade dikin ku bi şahiyan vê bûyera dîrokî pêşwazî û pîroz bikin.

Tevgera Çand û Hunerê ya Mozopotamyayê jî bi boneya Şoreşa Azadiyê, çalakiyên weke şano, stranên gelêrî, her wiha bi dehan ji çalakiyên hunerî ji bo vê rojê amade kirine.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya Mozopotamyayê Sumeya Mihemed ji Rojava TV re behsa hûrgiliyên lidarxistina şahiyan dike.

Sumeya Mihemed diyar ku hazirtiya tevlîbûna hunermendên ji derve jî hebû, lê hin aliyên ku derî û sînoran kontorol dikin, bi taybet deriyê Pêşxabûr derfet nedan ku hunermend derbasî herêmê bibin.

Bîranîna 19ê Tîrmehê li cem gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî çêj û wateyeke cuda ye, ji ber ku ew roja rizgarbûna ji rêjîma Baasê ye, ya ku zêdetirî 40 salan herêm bipaşxistibû.

Share This Article