Malbatên şehîdan ên bajarê qamişlo îro bi daxuyaniyekê gotinên sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihemed ismaîl şermezar kirin.
di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, di demekê ku partiyên siyasî yên kurd nîqaşa rewşa herêmê dikin û hewil didin yekrêziyeke kurdî ava bikin, Rêveberên PDKS bi gotinan êrîşî destkeftiyên şoreşa rojava dikin û li ser xeta îxanetê dimeşin.
Her wiha Malbatên şehîdan tekez kirin ku, divê ev kesayetên ku fitneyên di nava gelê kurd de derdixin bên cezakirin.
Malbatên şehîdan ên bajarê qamişlo di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê kurd û bi taybet gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê kirin ku piştgiriya hêzên xwe bikin û li dijî xeta îxanetê xwepêşandanan li dar bixin.
