MECLISA ZANÎNGEHA KOBANÊ SALA XWENDINÊ YA NÛ BI CIVÎNEKÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Zanîngeha Kobanê ji bo nîqaşkirina rewşa xwendinê ya salên derbasbûyî û ya nû jî civînek li dar xist.
Civîn bi beşdariya rêveber, mamoste û meclisa xwendekaran hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa xwendinê ya sala derbasbûyî bi berfirehî hate nîqaşkirin.
Her wiha hevyazbariya sala xwendinê ya 2024- 2025’an jî hate nîqaşkirin.
Hevserokê zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ji Rojava TV re ragihand ku, dê di sala nû de Fakulteya Hiqûqnasiyê, Peymangeha Bilind a Ragihandinê û du beşên din bêne vekirin.

Share This Article