MALBATÊN DÎLGIRTIYAN BI DAXWAZA BERDANA ZAROKÊN XWE ÇALAKIYEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li bajarê Amûdê malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza berdana dîlgirtiyan çalakiyek li dar xistin.

malbatên girtiyan daxwaza berdana bilez a zarokên xwe kir.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku malbatên dîlgirtiyan li herêmê li dar dixin de, li bajarê Amûdê malbatên dîlgirtiyan çalakî li dar xistin.

çalakî li Qada Jina Azad ya bajêr bi amadebûna malbat şênî û zarokên dîlgirtiyan hate lidarxistin .

di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Vegera dîlgirtiyan”, “em zarokên xwe dixwazin”, “dîlgirtiyên me berdin” hatin hildan.

Li gorî Peymana 29’ê Çileyê divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê pirsgirêka dîlgirtiyan ku li herêmê bûye mijareke girîng çareser bike û bilez dîlgirtiyan berde.

Share This Article