MALBATÊN ŞEHÎDAN CEZAYÊN DARVEKIRINA JINAN LI ÎRANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteyên ragihandinê yên meclisên malbatên şehîdan li kantona cizîrê bi daxuyaniyekê cezayên ‎darvekirinê ku rêjîma îranê li jinan dibire şermezarkirin.‎
Di daxuyaniyê de cezayên darvekirinê yên li dijî pexşa ezîzî û şerîfe muhemedî û bi dehan çalakvanên ‎jin ji hêla îranê ve hate şermezarkirin û hate gotin kiryarên rêjîma îran israra jinan ya li ser têkoşîn û ‎berxwedanê zêdetir dike.‎
komîteyên ragihandinê bang li cîhan û rêxistinên mirovî kirin ku siyasetên çewisandinê yên îranê ‎rawestînin.‎
Her wiha bang li tevahî kurdistaniyan kirin ku li dijî hemleyên qirkirinê piştgiriyê bidin çalakvanên ‎rojhilatê kurdistan û îranê.‎

Share This Article