Di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi riya daxuyaniykê kampanyeke belavkirina broşûran dan destpêkirin.
Daxuyanî li bazara Taxa Şêxmeqsûda Xerbî û bi beşdarbûna bi sedan ji endamên tevgerê û nûnerên saziyên jin û sivîl hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qutkirina ji cîhana derve di kiryareke derexlaqî ye û xeta aştiyê têk dibe.
tevgerê kir ku ji mafê Rêber Apo ye ku malbet û parêzerên xwe bibîne, dewleta tirk jî divê rêzê ji vê yekê re bigre.
Piştî daxuyaniyê endamên Tevgera Hîlala Zêrîn li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd dest bi belavkirina broşûran kirin.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê diyar kir ku belavkirina broşûran dê 3 rojan dewam bike.
