ŞEHÎD ASLAN QAMIŞLO Û EYMEN ÇOLÎ LI QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê şehîd Aslan Qamişlo û Eymen Hac Çolî ku 17’ê Îlona 2023’an di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de ku li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar ket, bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Beşdaran di merasîma bîranînê de wêneyên her du şehîdan hildan û dilsoziya xwe bi şehîdan re nîşan dan.

Her di merasîmê de axaftin li ser navê Meclîsa bajarê Amûdê hat kirin, di axaftinan de hat gotin ku, vîna wan bi êrîşan nayê şikandin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên ”Şehîd Namirin” bi dawî bû..

Share This Article