Malbatên sivîl û şervanên bi xedarî ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve meha Çileyê hatin girtin, li Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanê û bang li aliyên têkildar kirin ku çarenûsa zarokên wan zelal bibe.
Di xwepêşandanê de malbatan xwest çarenûsa zarokên wan zû zelal bibe û hemû dîlgirtî serbest werin berdan.
Her wiha diyar kirin ku aramî di jiyana wan de çênabe heyanî ku zarokên wan vegerin.
Xwepêşandanan anî ziman ku divê aliyên têkildar mirovî û qanûnî li ser dosya dîlgirtiyan bixebitin û dîlgirtiyan di demeke kin de serbest berdin.
Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî di civîna xwe ya bi malbatên dîlgirtiyan de agahî dabû ku hezar û 70 sivîl û şervan di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne.
