JI BER XEMSARIYA DESTHILATA TIRK KARESETEKE DIJWAR LI BAKURÊ KURDISTANÊ RÛ DA

Rojava Tv
1 Min Read

beriya çend rojan, agirekî mezin di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de qewimî û kareseteke dijwar çêbû.

ji ber xemsariya desthilata faşîst ya AKP- MHP’ê di demeke kurt de agir berfireh bû û bi dijwarî derbasî nava gundên li herdû navçeyan bû ,ku di encamê de ziyanên madî û canî rû dan.

Li gorî amarên dawî ,di encama şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û hijmarek kes jî birîndar bûn.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecehî ya kantona firatê, Emîna Wêsî destnîşan kir ku ji ber xemsariya desthilatdarê ewqas zirar rûdan.

Emîna Wêsî karesta ku li bakurê kurdistanê rû da weke komkujiyekê binav kir û got ,dagirkeriya tirk li dijî gelê kurd şerê qirkirinê dide meşandin.

Di erdhejên wêranker ên 6’ê sibata sala derbasbûyî de jî, ji ber xemsariya desthilata AKP- MHP’ê ku tedbîrên pêwîst wernegirtin, bû sedem ku bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.

Share This Article