JI BO PARASTIN Û ZÊDEKIRINA MASIYAN LI CIZÎRÊ BIRYARA QEDEXEKRINA NÊÇÎRÊ HATE GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya çandinî û aborî ya rêvberiya xweser ya kantona Cizîrê biryara qedexekirina nêçîra masiyan li bendava mizgeft û maşûqê da.

Derbarê biryarê de, nêçîrvanên bajarê Tirberspiyê nerînên xwe anîn ziman û hêvî kirin ku biryar were rakirin.

Bi armanca parastin û zêdekirna masiyan di nava bendavan de, Desteya çandinî û aborî ya rêvberiya xweser ya kantona cizîrê , biryara qedexekirina nêçîra masiyan li bendava mizgeft û maşûqê da.

Li kantona cizîrê deh bendavên sereke hene , lê 9 bendav ji bo nêçîra masiyan tên bikaranînin.

Desteya çandinî û aborî li 2 bendavan, nêçîra masiyan qedexe kir .

Derbarê biryara qdexekirina nêçîra masiyan li bendava mizgeft û maşûqa, nêçîrvanên bajarê Tirberspiyê nerînên xwe anîn ziman.

Li aliyekî din jî Hevserokê dewlemendiya sewalan Mihemed şêxmûs ji rojava tv re got, ev birayr ji bo zêdekirina dewlemendiya masiyan li kantona cizîrê hat girtin.

Li gorî Desteya aborî û çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ya kantona Cizîrê, piştî masî di nava bendava Mizgeft û Maşûqa de mezin bibin wê li bendavên din werin belav kirin.

Share This Article