LI QAMIŞLO PÊŞANGEHA BI NAVÊ “DEMA KAXIZ DIAXIVE” HAT PÊŞANDAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Hunermend Zozan Battal di nava atmosfereke hunerî ya bi afirînerî û durustî de, pêşangeheke hunera oryegamî ya bi navê “Dema Kaxiz diaxive” vekir.

Pêşangeh li navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan şêwekar hate lidarxistin.

Di pêşangehê de bi dehan berhemên ku hêmanên xwezayê, wek çivîk, nebat û folklora kurdî dihewîne, ji bilî formên ku rewşên evîn û xemgîniyê nîşan didin, hebûn.

Beşdaran kêfxweşya xwe ya ji bo fikir û teknîka pêkanînê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya piştgirîkirina vê cureyê hunerê.

Hunera Oryegamî hunerek yabanî û cîhanî ye û wekî hunerek destan nayê hesibandin.

Share This Article