Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî, şahiyek li dar xist.
Şêniyên herêmê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û tevgerên jinan beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin li ser navên Birîndarên Şer, Rêveebriya Xweser û pêkhateya ereb hatin kirin.
Axêveran tevahî şehîdên Berxwedana Kobanê bi bîr anîn û diyar kirin ku Kobanê bi saya fedekariyên mezin hat rizgarkirin.
Di dawiyê de stranên li ser berxwedana Kobanê hatin gotin û dîlan hat gerandin.
