LI BAJARÊ KOBANÊ KARGEHEKE HUNERA ŞANOYÊ HATIYE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê kargeheke hunera şanoyê hatiye vekirin.

Beşdarên perwerdeyê diyar dikin ku, ew bi hemû hêza xwe beşdarî perwerdeyê dibin û hewl didin sûdê bighînin civakê.

Li navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido li bajarê Kobanê kargeheke hunera şanoyê hatiye vekirin.

Di kargehê de hejmarek ciwan li ser hunerên şanoyê, lîstikvanî û awayên pêşkêşkirina berhemên baş rahênan û perwerdeyên pêwîst werdigrin.

Derhêner Dilbirîn Muslim ji Rojava TV re behsa armancên kargehê û giringiya wê dike.

Beşdarên perwerdeyê jî diyar dikin ku, ew bi hemû hêza xwe beşdarî perwerdeyê dibin û hewl didin sûdê bighînin civakê.

Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê qada şanoyê li Rojavayê Kurdistanê di asteke lawaz de bû, lê piştî şoreşê guhertinên giring pêk hatin û şanogerên pispor derketin meydanê.

Share This Article