ZANÎNGEHA ROJAVA ŞANDEYA WEZARETA PERWERDEYA BILIND PÊŞWAZÎ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Zanîngeha Rojava şandeyeke Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî li avahiya xwe ya li Qamişloyê pêşwazî kir.

Li gorî agahiyên ragihandina Parêzgariya Hesekê parve kirine, di hevdîtinê de xalên têkildarî rewşa perwerdeya bilind li parêzgeha Hesekê, astengî, pêdiviyên wê û rêyên ji bo pêşxistina wê hatin nîqaşkirin.

Şandeyeke Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikumeta demkî bi serokatiya wezîrê wê Dr. Merwan El Helebî û parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed serdana Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê kir.

Şande ji hêla nûnerên ji rêveberiya zanîngehê, gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam û berpirsê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şero ve hat pêşwazîkirin.

Li avahiya zanîngehê di navbera her du aliyan de nêzî 2 saetan hevdîtinek ji dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî qedandina hevdîtinê şande li nava avahiya zanîngehê geriya.

Li gorî agahiyên ragihandina Parêzgariya Hesekê parve kirine, di hevdîtinê de xalên têkildarî rewşa perwerdeya bilind li parêzgeha Hesekê, astengî, pêdiviyên wê û rêyên ji bo pêşxistina wê hatin nîqaşkirin.

Her wiha mekanîzmaya pêkanîna pêvajoya entegreyê, temamkirina rêkarên qanûnî û îdarî jî hatin gotûbêjkirin.

Duh jî bi amadebûna berpirsyariyê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şero û aliyên bi kar û barên perwerdeya bilind eleqedar re, di navbera parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û wezîrê perwerdeya bilind û lêkolînên zanistî Dr. Merwan El Helebî de hevdîtinek pêk hat.

Di hevdîtinê de her du aliyan astengî û pêwîstiyên saziyên perwerdeyê nîqaş kirin.

Her wiha di heman rojê de wezîr û parêzgar li avahiya Fakulteya Hiqûqê ya li bajarê Hesekê bi kadroyên îdarî û xwendinê yên fakulte û peymangehên girêdayî Zanîngeha Firatê ya li Hesekê civiyan. Her wiha serdana avahiya Zanîngeha Qurtibayê ya Taybet a li gundewarên Qamişloyê kir.

Share This Article