Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya giştî ya sala hîndariyê 2025-2026`an ragihand.
Îsal 3 hezar û 450 xwendekaran ji bo xwendina li Zanîngeha Rojava, Kobanê, El Şerq û peymangehên li herêmê serlêdan kirine, di nav wan de jî yên ku vê salê bawernameya refa 12`an a dibistanên rejîma berê wergirtine hene.
Îro (4`ê Cotmeh) tomarkirina daxwazan jî hate destpêkirin Û 13`ê Cotmehê bi dawî dibe. Vê salê Li zanîngehên herêmê 11 beşên nû hatin vekirin.
Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya giştî ya sala perwerdeyê ya 2025-2026`an ragihand.
xwendekarên bawernameya refa 12`an a dibistanên rejîma wergirtine, wê li zanîngeha hesekê ya girêdayî zanîngeha rojava bixwînin û xwe îmze bibikin .
ji bo ku xwendekar xwendina xwe li zanîngehên Rojava, Kobanê, El Şerq û peymangehên li herêmê dewam bikin serlêdana navendên tomarkirnê dikin û serlêdan dewam dike .
şêwirmendê hevyazberiya zanîngeha Rojava Darwîn Darî ji ROJAVA TV re da zanîn ku xwendekarên ku îsal xwe tomar dikin ji yê sala derbasbûyî zêdetirin.
6 navendên sereke ji bo tomarkirna xwendekaran li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê hene , lê weke kantona cizîrê li rimêlan, hesekê û qamişlo ye .
berpirsê hevyazberiya zanîngeha Rojava Mihemed Şêxmûs behsa hûrgiliyên havyazbariyê dike.
Tomarkirna xwendekaran wê ji bo xwestekan wê di 13 vê mehê bi dawî bibe .
Her wiha li gorî berpirsên zanîngehê wê sala xwendinê di 19’ê vê
mehê de dest pê bike .
