Xelkên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Saziya Gaziyan a bajarê Helebê îro bi daxuyaniyên cuda, banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Di herdu daxuyaniyan de hat gotin, banga 27’ê sibatê bangeke dîrokî ye û ji bo belavkirina aştiyê xwedî girîngî ye.
Di 27’ê sibatê de Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştiyê û bidawîanîna li şeran banga “Aştî û Civak Demoratîk kir”.
Bangên rêber Apo li kurdistanî û cîhanê rastî pêşwazîkirineke mezin hatin.
di vê çarçoveyê de Xelkên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê îro ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber apo û daxwaza hevdîtina bi rêbertî re daxuyaniyek dan.
di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku armanca tecrîda li ser rêber Apo ne tenê dûrxistina rêbertî ji civakê lê belê durxistina gelan ji doza wî ye.
hat tekez kirin, banga rêber Abdullah Ocalan a 27’ê sibatê bangeke dîrokî ye û ji bo belavkirina aştiyê di dema xwe de hat kirin.
Xelkên Helebê bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û daxwaza azadiya fîzîkî a rêber Abdullah Ocalan hat kirin.
li aliyekî din jî Saziya Gaziyan a bajarê Helebê bi heman armancê daxuyaniyek da û daxwaza hevdîtina bi rêber Apo re kir.
Saziya gaziyan a Bajarê Helebê diyar kir ku banga dîrokî a rêber Apo û biryara PKK’ê ya bidawîkirina şerê çekdarî rêya siyasetê li herêmê û rojhilata navîn guhert.
Saziyê behsa hemleya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re Hevdîtinê bikim” kir û tekezî li ser piştgiriya xwe a ji kampaniyê re kir.
Saziya gaziyan a Bajarê Helebê di dawiya daxuyanya xwe de banga xwedîderketina li banga aştî û civaka demokratîk, û kampaniya ” ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re Hevdîtinê bikim” kir.
