LI ZANÎNGEHA ROJAVA TUNDIYA LI SER JINAN BI SEMÎNEREKÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li zanîngeha Rojava bi boneya 25’ê mijdarê semînerek hat pêşkêşkirin û nîqaş li ser çawaniya jinavbirina tundiyê hat kirin.

Beşdarvanan diyar kirin ku bi saya destkeftiyên şoreşê, jinên herêmê gelek gav avêtin û cihê xwe di civakê de girtin.

Encumena Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Encumena Jin a Zanîngeha Rojava derbarê 25’ê mijdarê de, li hola zanîngehê ya Qamişlo semînerek li dar xist.

Semîner bi beşdariya bi dehan xwendekar û mamosteyên zanîngehê hat dayîn.

Di semînerê de mijarên weke, hişmendiya mêrperst, rola têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jin û rola pêşeng a jinan ya di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, hatin nîqaşkirin

Beşdarên semînerê behsa giringiya semînerê û jinavbirina hişmendiya mêrperest dikin.

Her wiha başdaran anîn ziman ku, tevî geşedan û pêşketinên berdewam, lê hîna tundîya li dijî jinan dewam dike.

Piştî pêşkêşkirina semînerê deriyê nîqaşê hate vekirin û xwendekarên zanîngehê nêrînên xwe parve kirin û pêşnîyarên xwe vegotin.

Share This Article