MECLISA KONGRA STAR A KANTONA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi beşdariya Rêveber û endamên Kongra Star, rêvebirên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Meclisa Gel a Kantona Firatê, Meclisa Star a Kantona Firatê civîna xwe ya sala 2025’an li dar xist.

Civîn li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar ket û bi deqeyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Piştî wê, perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jinan de hatin xwendin, û dû re rapora salê ya çalakiyên Kongra Star, digel şirovekirina rewşa siyasî, hate pêşkêşkirin.

Di civînê de bal hat kişandin ser çalakiyên Kongra Star li Kantona Firatê, di nav de rêxistinkirina civakê ji bo azadiya jinan, çandina daran li herêmê û vekirina dewreyên perwerdeyê.

Di dawiya civînê de, nerîn hatin berhevkirin û plana 2026an hate eşkerekirin.

 

Share This Article