YEKÎTIYA ŞAREDARIYÊN REQAYÊ: ARMANCA DEWLETA TIRK QIRKIRIN Û TASFIYEKIRIN E

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Şaredariyan a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê pergala qeyûman şermezar kir û got, ti carî nekarin vîna gel têk bibin.
Yekîtiya Şaredariyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirin û tasfiyekirina gelan e.
Her wiha da zanîn ku, desteserkirin û têkbirina vîna gel ti carî nayê qebûlkirin û ti bingeheke pergala qeyûman ya hiqûqî nîne.
Di beşekî din de aşkere kir ku, weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişta gelê Bakurê Kurdistanê ne.
Di dawiyê de Yekîtiya Şaredariyan a kantona Reqayê banga mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê kir.

Share This Article