Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê di bin dirûşmeya bi vîn û rêxistinkirinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibin, kongreya xwe ya 2’emîn li bajarê Hesekê li dar xist.
Kongre bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên olî û endamên yekîtiyê hate lidarxistin.
Di kongreyê de axaftin hatin kirin û bal li ser qirkirina li dijî civaka Êzidî hate kişandin.
Her wih sinivizyonek li ser karûxebatên yekîtiyê ku di nava 4 salan de pêk anîne, hate pêşandan.
Di dawiyê de 16 endamên meclisa yekîtiyê hatin hilbijartin û konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.
