Di bin dirûşmeya ” Li dijî Koletiyê, Eşqa Jiyana Azad e” Kombûna Jinan a Zenûbya Komxebatek li Tebqayê li dar xist.
Bi sedan Endamên Kombûna Jinan a Zenûbya, Endamên saziyên Sivîl û partiyên Siyasî li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê beşdarî komxebatê bûn.
Rewşa jinan ya li herêmên Hikumeta Şamê, herêmên dagirkirî û herêma Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Di nîqaşan de hate diyarkirin ku Herêma Rêveberiya Xweser ji bo azadiya jinan cihê herî ewle û pêşketî ye.
Komxebat bi girtina nerînên beşdaran û nîqaşkirina wan xalan, bi dawî bû.
LI TEBQAYÊ JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA JINÊN SÛRIYÊ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN
