ŞÊNIYÊN QAMIŞLO: BANGA RÊBER APO NEXŞEREYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo derbarê banga “aştî û civaka demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan û merasîma Çekşewitandinê axivîn û diyar kirin ku banga dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan destpêka pêvajoyek nû ya aştiyê ye.

Pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de bi pêş ket bi xwe re li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê rê li ber guhertin û veguhertinên nû vekir.

Herî dawî di 11’ê Tîrmehê de komek ji gerîlayên PKK’ê tevlî banga rêber Apo bûn û bi merasîmekê li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, weke nîşandana niyeta pak, çekên xwe şewitandin.

şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku welat bi çekê tenê nayê avakirin, pêwîste di aliyên siyasî û civakî de jî pêşketin hebe.

Her wiha şêniyan anîn ziman ku banga aştî û civaka demokratîk ya rêber Abdullah Ocalan destpêka pêvajoyek nû bû, ew jî pêvajoya aştiyê ye.Şêniyên bajarê Qamişlo di dawiyê de bang li dewleta Tirk kirin ku sozên xwe pêk bîne û pêvajoya heyî ber bi aştiyê ve bibe.

Share This Article