Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhillatê Sûriyê li Qamişlo,bi çalakiyekê Pirtûkxaneya Şilêr vekir.
Pirtûkxane li Navenda Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo ye.
Tê de 7 hezar û 500 pirtûkên bi zaravayên Kurdî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî, Almanî pêşkêşî xwîneran dike.
Hezkiriyên wêjeyê, nivîskar, desteyên çandê û wêjeyê yên kantona Cizîrê, mamoste, rêveber û endamên HRRK’ê, xebatkarên Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatên Şehîdan, beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Rêveberiya Pirtûkxaneya Şilêr ve hate kirin.
Paşê Koma Kevneşop a Dengbêjiyê ya herêma Dêrikê dengbêjî gotin.
Her wiha wêjevan Salihê Heydo û dayîkên şehîdan deriyê Pirtûkxaneyê vekirin.
