LI ŞEHBAYÊ ŞEHÎD ŞEFÎQE ESED BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariyê Şefîqe Esed ku 14’ê Mijdarê li Şehbayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, , bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat oxirkirin.
Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve bi rê ketin .
Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Rêveberên Encumena Malbatên Şehîdan ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

Share This Article