NEXWEŞIYA GURÎ LI KOBANÊ BELAV BÛYE Û PIRANIYA NEXWEŞAN ZAROK IN

Rojava Tv
2 Min Read

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji çar mehan zêdetir, dorpêç li ser bajarê Kobanê û gundên derdora wê ferz kiriye û hemû pêdiviyên bingehîn li ser wê qut kiriye.

Di encama vê dorpêçê de, nexweşiya Gurî bi lez li bajêr belav bûye û bi sedan welatî nexweş bûne.

Bêtir agahî li ser vê rewşê, di hundir rapor me de ne.

Ji ber rewşa dawî ya li Kobanê, ku ji ber dorpêça ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye ferzkirin û kêmbûna dermanan, nexweşiya Gurî li bajêr bi lez belav bûye.

Bi dehan rewşên nexweşiyê li nexweşxaneyên bajêr hatine tomarkirin, û tirs heye ku ev hejmara pêketiyan zêde bibe.

Yek ji bijîşkên nexweşxaneya Kobanê “Dr. Besro Mihemed Ataş” ji Rojava TV re sedemên li pişt belavbûnê xuya kirin û bandorên zirardar ên vê nexweşiyê li ser mirovan piştrast kir.

Dr. Besro ji bo parastina zarokan ji vê nexweşiyê, hin şîretên pêşîlêgirtinê pêşkêşî dêûbavan kir, ji ber ku zarok koma herî bêparastin in ên ku rastî vê nexweşiyê tên.

Li gorî daneyên destpêkê, klînîka Miştanûrê bi tena serê xwe vê mehê, zêdetirî 135 nexweşên Guriyê pêşwazî kiriye û derman kirine. Lêbelê, bi zêdebûna hejmaran û nekarîna dabînkirina dermanan, bajar bi krîzek nû re rû bi rû ye ku dikare êşa welatiyê wê girantir bike.

Share This Article