Piştî rawestandina demekê, careke din proseya xwendinê li dibistanên kantona Reqayê dest pê kir.
Ji ber hatina koçberên Efrîn- Şehbayê piraniya dibistanên Reqayê ji bo koçberan hatin veqetandin, lewre proseya perwerdeyê demekê hate rawestandin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê careke din deriyê dibistanan li pêşiya xwendekaran vekir û dest bi proseya xwendinê kir.
Xwendekar diçin dibistanan û ezmûnên xwe yên dawiya qonaxê pêşkêş dikin.
Her wiha mamosteyên Reqayê hewl didin dersên ku di ser xwendekaran re çûne careke din vegerînin û nirxandina dawiyê bikin.
