HIKUMETA DEMKÎ ŞAREDARÊ ÇELEBIYÊ TAYÎN KIR, GEL NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên bajarokê Çelebiyê yê Kobanê nerazîbûn nîşanî tayînkirina şaredarekî nû ji aliyê hikumeta demkî ve da û diyar kir ku ev nêzîkatî li dijî lihevkirinan e.

Bi dehan şêniyên bajarokê Çelebiyê li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Şêniyan diyar kir tayînkirin ne li gorî peymana di navbra QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin.

Şêniyên bajarokê Çelebiyê hewl dan der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyekê bidin, lê endamên hikumeta demkî rê nedan daxuyanî were dayîn, gule teqandin û rê neda çapemenî bûyerê bişopîne.

Share This Article