Li bajarê Şehbayê, bi beşdariya bi sedan kesî xelekên xwendina parêznameyên Rêber APO hatin lidarxistin.
Beşdaran dan zanîn ku, ew ê zanîn û zanista ku ji xwendinê werdigrin, li derdora xwe belav bikin û praktîze bikin.
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO, li parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Şehbayê, xelekên xwendina parêznameyan hatin lidarxistin.
Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên saziyan û malbatên şehîdan tevlî bernameya xwendinê bûn.
Beşdaran parêznameyên Rêber APO hilgirtin û bi awayekî komînal dest bi xwendina wan kirin.
Beşdaran dan zanîn ku, ew ê zanîn û zanista ku ji xwendinê werdigrin, li derdora xwe belav bikin û praktîze bikin.
Ev demeke li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xelekên xwendina parêznameyên Rêber APO têne lidarxistin û bi hezaran kes tevlî wan çalakiyan dibin.
