Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah; daxuyanî da
Federasyonê di daxuyaniya xwe de got: “Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îradeya siyasî ya mîlyonan Kurd û gelên azad ên cîhanê dike ku ramanên wî wekî çareserî ji pirsgirêkên gelên bindest, civakên kevnar, ol, mezheb, zayend û jîngehî dibînin.
Federasyonê anî ziman ku JI ber ku Abdullah Ocalan rewşa gelê ku bi qirkirinê re rû bi rû ye temsîl dike. Li ser vî bingehê jî azadkirina wî dê bibe wesîleya ku li Tirkiyê û tevahiya herêmê aştiyeke mayînde pêk were.
Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl kir ku Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.
