Di çarçoveya cîbcîkirina xalên hevpeymana civakî de û bi civînekê Meclîsa tenduristiyê ya kantona Efrîn-şehbayê hat damezrandin.
Civîn bi dirûşma”tenduristiya rih û beden bingeha jiyana azad e” li hola Şehîd Axîn a li bajaroka Fafînê li dar ket.
Di civînê de sazî, rêxistin, meclîs û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Kanton Efrîn-Şehbayê axaftin hat kirin. Paşê reşnivîsa meclîsên tenduristiyê hatin xwendin.
Di civînê de Ekrem Erebo û Fehîma Koşan weke hevserokên Meclîsa giştî ya Tenduristiyê hatin hilbijartin.
Damezrandina Meclîsa Tenduristiyê li Şehbayê, li gel xebatên damezrandina meclîsên aborî û çandiniyê li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê pêk hat.
LI ŞEHBAYÊ MECLÎSA TENDURISTIYÊ HAT DAMEZRANDIN
