XELKÊN HERÊMA CIZÎRÊ JI BO XWÎNÊ BIDIN BIRÎNDARAN BERÊ XWE DAN NEXWEŞXANEYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên herêma Cizîrê ji bo ku xwînê bidin welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, şevê din li nexweşxaneyan bûn.

Di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li ser gelek deverên herêma Cizîrê pêk hatin de gelek kes birîndar bûn.

Di êrîşan de navendek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Koçerat a Dêrikê kir hedef.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşan de şehîd û birîndar çêbûn.

Nexweşxaneyan bang kirin ku ji bo birîndaran xwîn were dayîn.

Li ser vê bangê bi dehan xelkên navçeya Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo çûn nexweşxaneyan û xwîn dan.

Share This Article