LI HESEKÊ JI BO DERMANKIRINA ZAROKAN NAVENDEKE TENDURISTIYÊ HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

LI HESEKÊ JI BO DERMANKIRINA ZAROKAN NAVENDEKE TENDURISTIYÊ HAT VEKIRIN

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê navendeke tenduristiyê ji bo dermankirina zarokên nexweş ên bi kêmxureka dijwar ketine, vekir.

Navend di Nexweşxaneya Hesekê de bi merasîmekê hate vekirin.

Di navendê de dê xizmetên tenduristiyê bi rêbazên pêşketî ji bo zarokên bi nexweşiya kêmxurekê ketine, bê pere werin pêşkêşkirin.

Navend bi armanca kêmkirina metirsiya mirina zarokan û parastina wan hatiye vekirin.

Di navendê de cihê 15 zarokan tevî dayikên wan heye û dê 24 saetan di bin çavdêriya bijîşkan de be.

Share This Article