Komeleya Kurdî ya çandê û entegrasyonê li bajarê Lînzê yê Nemsayê çalakiyek li dar xist û kesên serkeftî xelat kir.
Komeleyê xwendekarên Kurd ên ku di xwendinê de bi ser ketine, her wiha kesên ku nûnertiya wan kirine û zarokên Kurd ên ku fêrî Kurdî dibin, bi şahiyekê xelat kir.
Di şahiyê de hejmarek Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn.
Axaftin hatin pêşkêşkirin û behsa giringiya fêrbûna zimanê Kurdî hate kirin.
