LI HESEKÊ ŞAHIYA ÎMZEKIRINA PIRTÛKA ‘ZIMANÊ KURDÎ’ HAT LI DARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka bi navê ‘Zimanê Kurdî’ ku ji aliyê nivîskar û zimanzanê kurd Deham Ebdulfettah ve hatiye nivîsandin, li dar xist.
Şahî li Parka Xwendinê ya li bajarê Hesekê bi amedebûna hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr, hunermed, siyasetmedar û şêniyan hat lidarxistin.
Di şahiyê de Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ezher Ehmed axivî û got lidarxistina şahiya îmzekirina pirtûkê di Hefteya Qehremaniyê de, xebatên wêjeya kurdî watedar dike.
Paşê Nivîskar zimanzanê kurd Deham Ebdulfettah behsa çîroka nivîsandina pirtûka xwe kir û da zanîn ku pirtûka ku beriya 27 salan ji aliyê rejîma Baas ve hatibû desteserkirin, piştî hilweşîna wê derfeta çapkirinê dîtiye.
Di dawiya şahiyê de pirtûk ji aliye Deham Ebdulfettah ve hate îmzekirin û li xwîneran hat belavkirin.

 

Share This Article