PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ PÊŞKETINÊN SIYASÎ BI XELKÊ REQAYÊ RE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Sûriya Pêşerojê, civîneke berfireh li Hola Mişwar a kantona Reqayê li dar xist û li gel xelkê bajêr pêşketinên siyasî yên li ser qada Sûrî û navneteweyî nîqaş kirin.

Rûniştina diyalogê ji hêla hevserokê komîteya danûstandinan a bi Hikumeta Veguhêz re “Ebid Hamid El-Mihbaş” û hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a Kantona Reqayê “Mişleb El-Tirkan” ve hate birêvebirin.

Di civînê de, hejmarek ji nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, her weha xelkê Reqayê beşdar bûn û tevlî nava nîqaşan bûn.

Di civînê de bi berfirehî bal hat kişandin ser rewşa siyasî ya li ser asta Sûrî û navneteweyî, danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz re û hewldanên ku ji hêla şandeya danûstandinan ve ji bo gihîştina çareseriyek Sûrî-Sûrî.

Share This Article