Xelkên bajarê Qamişlo îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakî di çarçoveya piştgiriya çalakiya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hat destpêkirin.
beşdarên çalakiyê diyar kirin ku, armanca wan ji çalakiya greva birçîbûnê ew e ku dengê xwe bigihînin raya giştî û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan were danîn.
Her wiha beşdaran tekez kirin ku, heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Tê payîn ku ev çalakî heya sibe jî dewam bike
