BANGÊN JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Mala Êzidiyan ya Helebê Menan Cafer got, ji ber ku Rêbertî li dijî zilmê derket, lewre ev 26 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye.
Her wiha Menan Cafer da zanîn ku, heta dawiyê ew ê ji bo azadiya Rêbertî û parastina destkeftiyên şoreşê têbikoşin.

28’ê Kanûnê Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anîn.

Di daxuyaniya DEM Partî ya têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hat gotin, Rêber Apo careke din amadebûna xwe ji bo pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan piştrast kiriye.

Hevserokê Mala Êzidiyan ya Helebê Menan Cafer got, ji ber ku Rêbertî li dijî zilmê derket, lewre ev 26 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye.

Her wiha Menan Cafer da zanîn ku, heta dawiyê ew ê ji bo azadiya Rêbertî û parastina destkeftiyên şoreşê têbikoşin.

Rêber Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de tekeziyê li ser xurtkirina aştî û dawîanîna li şer û cengan dike.

Share This Article