LI REQAYÊ ŞEHÎD ZÎLAN BI ÇALAKIYEKÊ HATE BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Werzîşê ya kantona Reqayê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan çalakiyeke bibîranînê li dar xist.

Bi dehan endamên meclisê û nûnerên tevgerên ciwanan beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiyê bi xulekeke rêzgirtin ji bo bîranîna giyanên şehîdan dest pê kir.

Piştre nameyên ku Şehîd Zîlan li dû xwe weke mîraseke dewlemend hêlane, hatin xwendin.

Her wiha sînevizyonek jî di derbarê nirxandinên Rêber APO yên ji bo Şehîd Zîlan hate pêşandan.

Çalakiya bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên Şehîd Namirin bi dawî bû.

Share This Article