WELATIYÊN BAJARÊ KOBANÊ AMADEKARIYÊN PÊŞWAZÎKIRINA CEJNA QURBANÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Kobanê dibêjin, ji ber bilindbûna nirxên kelûpelên cejnê ew nikarin weke her sal şêraniyan bikirin.

Her wiha hêvî û omîda wan ew e ku cejna Qurabnê bibe navgîna serwerbûna aştiyê û dawîanîna li dagirkeriyê.

Ev der kolana Tilel a bajarê Kobanê ye, sûka cil û keresteyan ya herî sereke li bajêr e.

Welatiyên bajêr û gundewarên wê ji bo kirîna cil û şêraniyên cejnê serdana sûkê dikin, lê bi gotina wan ji ber bilindbûna nirxan, ew nikarin weke ku tê xwestin pêdiviyên xwe pêk bînin.

Welatî dibêjin, nirxên sala derbasbûyî ji yên îsal baştir bûn.

Hêvî û daxwazên welatiyên Kobanê ew e ku cejna Qurbanê bibe navgîna serwerbûna aştiyê û dawîanîna li dagirkeriyê.

Her sal di cejnan de rê û rêwanî di Kolana Tilel de tune bû, lê bilindbûna nirxê dolarê amerîkî û dorpêça li dijî herêmê weha kiriye ku tevger îsal ne weke salên derbasbûyî be.

Share This Article