Di bin dirûşma ”Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokratîk û Azad e” Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya kantona Efrîn û Şehba Kongreya xwe ya 4’emîn li darxist.
kongir bi beşdariya 230 delegeyî ji sazî, deste , Kongra Star , partiyên siyasî , rewşenbîr , hêza Ewlekariya Hundirîn û hemû saziyên girêdayî rêveberiya xweser bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.
Di Kongreyê de axaftin li Ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, Koordînasiyona Kongra Star, Meclîsa Malbatê Şehîdan, Meclîsa Sûriya Demokratîk û Yekîtiya Êzdiyên Efrînê hat kirin.
piştre perspektîvên rêber apo hat xwendin û rapora du salan û rapora meclîsa jin hat xwendin û nirxandin.
kongir bi danîna Pilansaziyeke nû ji bo pêşxistina kar û xebatê bi dawî bû ji giringtirî pilansazsî jî vekirina perwerdeyên vekirî û girtî li gorî şert û mercan, vekirina dewreyên perwerdê ji cıwanan re û zêdekirina xebata partiyê di nav hêzên parastinê û rêveneriya xweser de.
