LI REQAYÊ GUHERTINA MATERYALÊN PERWERDEYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser guhertina materyalên fêrkirinê ya ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve, wek hewldaneke ji bo guhertina nasnameya Sûriyê nirxand.

Desteya Perwerdeyê, Hemahengiya Zanîngehan, saziyên perwerde û akademiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî guhertinên di materyalên perwerdeyê de ku ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve hatine kirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev guhertinên xeternak gefên ku Sûriya ya pirrengî ber bi qada şer û tundrewiyê ve bibe çêdike.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bang li tevahî şêniyan bi hemû ol û mezheban kir ku li hember van guhertinên ku tevna civakî û yekitiya nîştimanî tehdîd dikin, bisekinin.

ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya pirreng ku rêzê dide mafên hemû gelên wê, dengê xwe bilind bikin û bi hev re kar bikin.

Share This Article