ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ PIŞTÎ BARÎNA BARANÊ DEST BI VEKIRINA RÊYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a Reqayê piştî girtina riyan ji ber barîna baranê kar û xebatên xwe ji bo vekirina riyan da dest pê kirin.

Piştî baranê li gelek deverên bajarê Reqayê torên avrêjiyê hatin girtin û ev yek bû sedema kombûna avê li kolanên sereke û zehmetiya derbasbûna wesayîtan û astengkirina tevgera niştecihan.

Ji ber wê şaredariya Gel a Reqayê dest bi çareserkirina pirsgirêkê kir.

Derbarê vê yekê de endamê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El Ebid ji Rojava Tv re diyar kir ku ji bo hêsankirina trafîkê û bi dawîbûna çiravan, wan dest bi vî karî kiriye.

Share This Article