Yekîtiya jinên ciwan li Reqayê bi daxuyaniyekê berxwedana şervanan ya li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê silav kir.
Yekîtiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de got, armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina destkeftiyên şoreşê û projeya Neteweya Demokratîk e.
Her wiha da zanîn ku, dewleta Tirk li hember berxwedana şervanan têk çûye, lewre bi rêya şerê xwe yê taybet, dixwaze têkçûna xwe veşêre.
Yekîtiya Jinên Ciwan fermandar û şervanên jin yên ku şehîd bûne, bi bîr anî û soza tolhildana xwîna wan da.
Di dawiyê de bang li ciwan û jinên ciwan kir ku tevlî banga seferberiya giştî bibin û berê xwe bidin eniyên berxwedanê.
