Komîteya Jin a kombenda Al El-Beyt a girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk derbarê diyardeya xwekuştinê, komxebatek li bajarê Reqayê li dar xist.
Komxebat bi navê “Xwekuştin, bandor û sedemên wê” hat organîzekirin.
Di komxebatê de nûnerên saziyên sivîl, rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî, rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk û Komîteya Jinan a kombenda Al El-Beyt amade bûn.
Piştî bixêrhatina beşdaran têgeha xwekujiyê hat şîrovekirin. Di komxebatê de hat gotin ku ji bo rê li ber xwekuştin û hewlên xwekuştinê were girtin, divê asta perwerdekirina civakê bilindtir bibe.
Her wiha senvizyonek li ser diyardeya xwekuştinê û sedemên wê hat pêşkêşkirin.
Komxebat bi diyarkirina sedem û dîtina çareseriyên ji bo diyardeya xwekuştinê bi dawî bû.
LI REQAYÊ DERBARÊ DIYARDEYA XWEKUŞTINÊ DE KOMXEBATEK LI DAR KET
