Ofîsa Jîngehê ya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca avakirina çanda paqijiyê hemleyeke paqijiyê ya berfereh da destpêkirin.
Hemle bi dirûşma “Bi hev re ber bi jîngeheke baştir ve” hat destpêkirin û dê heta mehê dewam bike.
Di hemleyê de dê cihên giştî û bazarên Reqayê werin paqijkirin.
Ofîsa Jîngehê ya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çerxereya El-Delê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, Ev destpêşxerî bersiveke ji kêşeyên jîngehê yên ku zêde dibin û hewldaneke ji bo avakirina çanda paqijiyê ye.
Her wiha hat gotin ku, di hemleyê de dê bernameyeke berfireh a hişyarî û medyayê jî were lidarxistin û tekezî li parastina jîngehê hat kirin.
Piştî daxuyaniyê, beşdaran broşur li bazaran belav kirin û pankart daliqandin.
